
Kelevaniya* tîmeke fûtbalê karekî dijwar e. karekî taybet û ciyawaz e. Heta em dikarin bibêjin karekî ne ewqas xweş e jî. Ji ber ku armanca kelevên bêparkirina hezkiriyên fûtbalê ji xweşiktirîn hêmana vê pêşbirkê ye, yanî gul (goal). Gelekên wan zihniyeteke taybet hene û eger derfet bibînin, ew ê li ser Tenêtiya Kelevanan biaxivin. Vêca serpêhatiya Sam Bartramî gelekî taybet e.
Serpêhatiya balkêş û hinekî bikev ku em qalê dikin di rojeke gelekî taybet da qewimiye, roja Kirîsmesa sala 1937an. Ew roj, rojeke xembar ji bo hezkiriyên fûtbalê li London û cihên din ên Inglîzê bû, ji ber ku gelek pêşbirkên jipêşve-plandarêştî hatin rawestandin û taloqkirin. Tevî vê yekê, sibeha wê rojê li werzîşgeha Stamford Bridge'ê, pêşbirka du tîmên Chelsea û Charlton'ê dest pê kir û bi awayekî asayî di nîveka yekem da hat domandin.
Bartram Sam û mij
Di nîveka yekem da her tîmekê gulek avêtibû û encama pêşbirkê bûbû 1-1. Lê bi belavbûna mij û moranê li nav werzîşgehê û kêmbûna bînahiyê, hema bêje dewama pêşbirkê ne pêkan bû. Ji ber vê yekê, hekemê meydanê pêşbirk da rawestandin û dewama pêşbirkê bo demeke din hat taloqkirin.
Lehengê çîroka me, Sam Bartram wê sibehê û di nav wê mij û moranê da kelevaniya Charlton'ê li Stamford Bridge'ê dikir. Wî bi zehmt dikarî hevtîmiyên xwe û lîstikvanên tîma hember bibîne û ew carinann tenê wek reşeyekê lê nêzik dibûn. Tevî vêya jî erka xwe didomand. Vêca demeke dirêj derbas bû û êdî wî tiştek nedît, ne gogek hat aliyê wî û ne jî lîstikvanek. Lê dem hema wisa derbas dibû û ew tik û tenê li nav keleka Charlton'ê bû.
Ew carinan nêzikî xêza devera taybetî keleyê dibû da ku baş seh bike ka gelo kesek nêzik dibe an na, lê ji bêvilê xwe û wêdatirê tiştek nedidît. Vêca dîsan vedigeriya nav keleha xwe û bi hilbazdan û tevgerên çep û rast xwe ji bo êrîşa nişkêvayî ya lîstikvanên tîma hember amade dikir.
Di wê rewşê da û li nav wê mija tîr, çavê Bartramî nişkê va bi kesekî ket ku ji dûr va dihat, yekî bi kincên yûnîform. Polîsê ku di wê rewşê da rastî Bartram hatibû, bi dîtina wî mat ma: "Tu hîn li vir î? Tu çi dikî? Ev 15 deqîqe ne pêşbirk hatiye rawestandin, gişt çûne!" Bartramî bi kesereke kûr got: "Çi xembar e, hevalên min ez ji bîr kirime, di halekî da ku min keleha wan diparast! Ez wer difikirîm ku hevalên min toz li keleya Chelsea'yê qiloz kirine û gog hema di erda Chelsea'yê da ye û tîma hember derfet nabîne êrîşî me bike."
Kelevan çû odeya kincguhertinê û kete ber qerf û tinazên hevtîmiyên xwe ku pêştir kincên xwe guhertibûn û dûşa xwe jî girtibûn û amadeyî derketina ji werzîşgehê bûn.
Serpêhatiya Bartramî dibêje, gelek kes di jiyana me da hebûne bêyî ku em bizanin, wan hertim pişta me girtiye, lê di rewşên dijwar û mijdar da me ew ji bîr kirine. Bila haya me ji kelevanên jiyana me hebe.
Em vêya ji bîr nekin, di her warekî jiyana me ya karî û civakî da, Sam Bartramin hene ku kêmtir tên dîtin an bihîstin; em di rewşên dijwar da wan ji bîr nekin.
#Wergêr
* Kelevan: Gulparêz