
Geliyê Şemxalê an jî Zawê Şemxalê geliyekî dirêj e ku ji gundekî bi navê Şemxalê li nêzikî bajarê Bacgîranê yê ser bi şaristana Qoçanê li Bakurê Xorasanê dest pê dibe û piştî 18 kîlomitran digihêje Deşta Dirûngerê ya ser bi şaristana Deregezê.
Zinarên du aliyê vî gelîyî ji ji kêmî 200 mitir bilindahiya wan e û bi awayekî tîk ji binê gelî heta jor kişiyane.
Geliyê Şemxalê navê xwe ji gundekî bi vî navî wergirtiye û tê gotin di eslê xwe da navê çekekê bûye. Di biwêjan da jî gotin: Ma (meger) guleyê Şemxalê li te ketiye?!
Berat Qewîendam
گهلیێ شهمخالێ یێ قۆچانێ
گهلیێ شهمخالێ ئان ژی زاوێ شهمخالێ گهلیهکی درێژه کو ژ گوندهکی ب ناڤێ شهمخالێ ل نێزکی باژارێ باجگیرانێ یێ سهر ب شارستانا قۆچانێ ل باکورێ خۆراسانێ دهست پێ دبه و پشتی ۱۸ کیلۆمتران دگهێژه دهشتا دروونگهرێ یا سهر ب شارستانا دهرهگهزێ.
زنارێن دو ئالیێ ڤی گهلییی ژ ژ کێمی ۲۰۰ متر بلنداهیا وانه و ب ئاوایهکی تیک ژ بنێ گهلی ههتا ژۆر کشیانه.
گهلیێ شهمخالێ ناڤێ خوه ژ گوندهکی ب ڤی ناڤی وهرگرتیه و تێ گۆتن د ئهسلێ خوه دا ناڤێ چهکهکێ بوویه. د بوێژان دا ژی گۆتن: «ما (مهگهر) گولهیێ شهمخالێ ل ته کهتیه؟!»
بهرات قهویئهندام